Cibûrî daxwaza vegera parlemanterên PDKê ji parlemantoyê re dike

Serokê Parlemantoya Iraqê daxwaza vegera parlemanterên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji rûniştinên parlemantoyê re dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Parlemantoya Iraqê daxwaza vegera parlemanterên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji rûniştinên parlemantoyê re dike.

Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî di civîna ligel beşek ji parlemanterên PDKê de diyar kir, take rê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û destpêkirina guftûgoyan, vegera parlemanterên PDKê ji rûniştinên parlemantoyê re ye, ku girîng e jî ji bo daxwaza mafên xwe bikin.

Cibûrî ragihand, qonaxa niha ya Iraq tê re derbas dibe, pêwîstiya wê bi aramiyê heye, ji bo rûpeleke nû ya pêwendiyan di navbera Bexda û Hewlêrê de dest pê bike.