CHP amadekariyên Projeyek Nû ji bo Pirsa Kurd dike

Cîgirê Serokê Partiya Komarî ya Gel CHP'ê Erdal Aksunger di axaftineke xwe de da zanîn ku CHP ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di nav amadekariyên girîng de ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Komarî ya Gel CHP, amadekariyan dike ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd projeyeke nû pêşkêş bike. Siyasetmedarên CHP'ê amaje dikin ku dê pirsa Kurd bi awayekî rasteqîn were nirxandin; lê çavdêrên siyasî dibêjin; divê CHP gavên wêrek ji nasnameya Kurd bihavêje.

Cîgirê Serokê Partiya Komarî ya Gel CHP'ê Erdal Aksunger di axaftineke xwe de  da zanîn ku CHP ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di nav amadekariyên girîng de ye ku dê rayedarên CHP'ê li bajarên Bakûrê Kurdistanê belav bibin û guhdariya pirsgirêkên xelkê bikin. Aksunger amaje kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê Selahadîn Demîrtaş serbest were berdan. Di derbarê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê de jî Aksunger got " Ak Partî, PYD'yê wekî rêxistineke terorî dibîne lê di rastiyê de PYD partiyeke asayî ye." Derbarê projeya CHP'ê ya çareseriya pirsgirêka Kurd de Serokê CHP'ê yê Diyarbekirê Mehmet Sayin jî wekî navnîşana çareseriyê balê dikişîne ser Parlementoya Tirkiyeyê.

Mehmet Sayin, Serokê CHP'a Diyarbekirê, di vê babetê de dîtina xwe weha anîn ziman:

"Me gelek caran gotiye ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, navnîşana rasteqîn Parlementoya Tirkiyeyê ye û ji bo vê yekê çi pêwîst be divê di parlementoyê de were kirin. Dê rêveberên me li herêmê bigerin û paşê xwestekên xelkê herêmê bi  tevahiya Tirkiyeyê bidin fêmkirin."

Di derbarê helwest û polîtîkayên CHP'ê yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê Mehmet Kaya jî anî zimên ku divê beriya her tiştî CHP rastiyên Kurdan bibîne û gavên wêrek bihavêje da ku bikaribe di nav Kurdan de li ber çavan were girtin.

Mehmet Kaya- Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê-DÎTAM- di vê baweriyê de ye:

"Li Rojava û Başûrê Kurdistanê gavên girîng ên ji bo statuya Kurdan tên avêtin. Divê CHP di derbarê van pêşveçûnan de xwedî helwesteke şênber û ji dil be. Her wiha li Tirkiyeyê jî divê nêrîneke CHP'ê ji bo pênasekirina hemwelatiyan hebe. Heta ev gavên girîng neyên avêtin, CHP dê li herêmê her wekî partiyeke tabelayî bimîne."

Partiya Komarî ya Gel CHP'ê di Hilbijartinên Parlementoyê yên 1'ê Mijdara 2015'ê de li Bakûrê Kurdistanê rêjeya herî bilind bi %28.2'yan;  li Dêrsimê bi dest xistibû û li Diyarbekirê jî %1.6 deng wergirtibû. Çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ji bo ku CHP bikaribe li Bakûrê Kurdistanê bibe partiyeke xurt, divê li hember Ak Partî, HDP û partiyên Kurdistanê bikaribe gavên wêrek û ji dil  biavêje.