Erdogan: Ger hukimeta Iraqê Şingal û Qendîlê têk nede, em dê bi erdê re bikin yek

Erdogan: "... Terorîst li ku derê bin, emê li wê derê êrişî wan bikin. Niha gelek deverên Iraq û Sûriyê, bûne hêlinên terorê...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê dibêje, Eger hikûmeta navendiya Iraqê, kampên PKK li Qendîl û Şengalê têk nede, ew dê bi hemû hêzên xwe êrişî wan deran bikin. Receb Tayîb Erdogan li bajarê Manîsayê di merasîma çêkirina bingeha avahiyan de got, divê tu welatekî leşkerên xwe digel YPG nehêle.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan weha got: "... Terorîst li ku derê bin, emê li wê derê êrişî wan bikin. Niha gelek deverên Iraq û Sûriyê, bûne hêlinên terorê. Emê di nav sînorên xwe de pêşwaziya terorê nekin.  Emê  çavkaniya wan bêbandor bikin û ji tu kesî jî destûr nagrin. Eger dewleta desthilat ya ser Qendîl û Şengalê kêşeyên wan deran çareser neke, emê wan deran hilweşînin. Li Sûriyê, ji Cizîrê heta Îskenderûnê, li ku derê rêxistineke terorê hebe, emê ji asîman û li ser erdê her  operasyonan bikin.

Kî digel wan be, ew jî terorîst e. Heta niha di bin navê hevpeymanî de xwestin me bixapînin. Gotina me ya dawî bo wan ev e: Em bi biryar in ku hemû hebûnên terorê yên derveyî sînorên xwe tine bikin. ."