Kerkûk di bin gefa erebkirinê de ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê milîşyayên Heşda Şeibî ve, niha bi planeke darêjkirî erebkirina Kerkûkê tê kirin. Armanc ji wê jî jinavbirina ezmûna xebata Kurd û Pêşmerge ye, ku ji bo parastina Kurdistaniya wî bajarî bi hezaran qurbanî dan.
Rêjeya netewên Kerkûkê li gor netewên din li gor serjimêra sala 1957an bi vî awayî bû:
Kurd: % 48.2. Ereb: % 28.2. Tirkmen: % 21.4. Netewên din: % 2.1.
Erebkirina Kerkûkê ji destpêka rêjîma Beis ve dest pê kir, yekem kar wê jî di sala 1972an de bû, ku navê Kerkûkê guhart û kir “Temîm”. Piştre bi çendîn rê û qonaxên cuda hejmara Kurd li Kerkûkê kêm dikir, li hemberê jî rêjeya Ereban zêde dikir.
Li gor serjimêra Hevpeymanan a sala 2003an û li ser zarê Fermandarê Hêzên Hevpeymanan William Mayville bi vî awayî bû:
Kurd: % 40. Ereb: % 35. Tirkmen: % 20. Netewên din: % 5.
Ji piştî sala 2003an ve, hikûmeta Iraqê bi heman nefesa berê, bi navekî din hewla Erebkirina Kerkûkê bike û plana Beisê cibicî bike, lê ji ber rêveberî û desthilat li Kerkûkê di destê Kurd de bû, ta astekê rê li ber wê gavan digirt.
Di 16ê Cotmehê de û piştî dagîrkirina Kerkûkê, careke din dest bi erebkirina gihêşte wî bajarî û welatiyên Kurd ji ser xaka xwe koçber bûn.
Bername û plana hikûmeta niha ya Iraqê ew e, jinavbirina xewna sedan salan a Kurd e, ku niha bi riya mîlîşyayên Şîe û bi hevkariya Pasdarên Îranê ve cibicî dibe.