Çawûşoglu sedemên têkçûna pêwendiyên bi Amerîka aşkere dike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu ragihand, wî ji Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson re gotiye, hebûna Fethulah Gulen li Amerîka û biçekirina hêzên ser bi PYDê ve bandore li pêwendiyên her du aliyan kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mewlûd Çawûşoglu di hevdîtina ligel kenaleke Tirkî de ragihand, wî roja Înê bi riya telefonê ligel Tillerson axiviye û jê re gotiye, du sedem bûne têkçûna pêwendiyên di navbera Enqere û Washingtonê de, ew jî mana Fethulah Gulen li Amerîka û biçekirina PYDê ji aliyê Washingtonê ve.

Demek e pêwendiyên di navbera Enqere û Washingtonê de di asteke ne baş de ne û bû sedem ku pirsgirêkên dîplomasî rû di navbera her du aliyan de derkevin û Amerîka dana vîzeyê ji welatiyên Tirkiyê rawestand.