KCD: Başûrê Kurdistanê ne bêxwedî ye

Hevseroka KCDê êrîşên arteşa Iraqê yên li dijî bajarên Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka KCDê êrîşên arteşa Iraqê yên li dijî bajarên Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

Hevseroka Kongireya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Gûven di kongreya HSDê ya Diyarberkirê de êrîşên arteşa Iraqê yên li dijî bajarên Kurdistanê bi tundî şermezar kir û ragihand, Başûrê Kurdistanê ne bêxwedî  ye. Her keç û xortên Kurdan amade ne berevaniya başûrê Kurdistanê bikin.

Hevseroka KCDê herwiha nerazîbûnek tund li hemberî gefên Tirkiyê yên derbarê Efrînê de nîşan da û got: "Di navbera DAIŞ û Tirkiyê de ti cudahî nîn e. Çawa DAIŞê êrîşê kurdan dikir, Tirkiye jî dixwaze êrîşê Efrînê bike. heger diwîre bila êrîş bike."