Hilbijartinên 2019an ji niha ve rojeva sereke ya Tirkiye ye

Ne tenê medyaya Tirkiyeyê, medyaya cîhanê jî balê dikşîne li ser gûherînên siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê û derbarê dahatûya hikûmeta AK-Partiyê de egeran belav dike.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyeyê di sala 2019an de dê 3 hilbartin pêk werin. Giringtirîn hilbajartina dîroka Tirkiyeyê jî hilbijartina Serokomariyê ye. Di vê pêvajoyê de nav hikûmeta AK-Partiyê de destjikarbedan zêdetir dibin û partiyên nû tên damezirandin. Eger heye ko nexşeya siyasî ya Tirkiyeyê di sala 2019an de bigûhere û dawî li Serokomartiya Erdoganî were.

Di demên dawî de li Tirkiyeyê rojeva sereke hilbijartinên 2019 in. Ev mijar bi damezirandina Partiya Iyi ko Seroka wê Meral Akşener e zêdetir tê gengeşekirin. Ne tenê medyaya Tirkiyeyê, medyaya cîhanê jî balê dikşîne li ser gûherînên siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê û derbarê dahatûya hikûmeta AK-Partiyê de egeran belav dike. Ji ber ko Partiya Iyi eşkere dike dê balansên siyaseta Tirkiyeyê bigûherîne. Gelek kompanyayê rapirsînê pêşbînî dikin Partiya Akşener herî kêm ji sedî 15 deng werbigre û piranî jî dê ji hilbijêrên AK-Partiyê deng bistîne. Lewra di salên dawî de di bingeha AK-Partiyê de girseyek dilgiran peyda bûye. 

Li ser fermana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu dest ji karê xwe berdabû û ev bûyer alîgirên AK-Partiyê şok kiribû. Herwiha sarbûna Serokomarê berê Abdullah Gûl a ji siyaseta Erdoganî mijarek nehênî nîne û Abdullah Gûl ev 3 sal in bi ti awayî beşdarê xebat û çalakiyên AK-Partiyê nabe. Gelek caran tê gotin, Gul dê partiyek nû damezirîne.

Ji alîkî din ve  operasyonên Tevgera Fetullah Gûlen jî li Tirkiyeyê milyonek kesî mexdûr kiriye. Herî dawî jî dest ji kar berdana Şaredarên Stenbol, Enqere û Bursayê a li ser fermana Erdoganî bi giştî hemû ev bûyerên henê girseya AK-Partiyê dixe nav gûmanê û li gor kompanyayên rapirsînê partiya nû ya Akşenerê ji bo wan kesan alternatîf e. Kompanyaya Gezici ji welatiyan pirsî: Hûn dixwazin kê wekî Serokomar bibînin û encamên balkêş derketin hole.

Li gor wê rapirsiyê:

Erdogan ji sedî erê : 47, dibe/belki: 10, na: 41

Akşener ji sedî erê: 38, dibe/belki: 23, na: 38

Kiliçdaroglu ji sedî erê: 14, dibe/belki: 13, na: 71

Ahmet Tûrk jî sedî erê: 9, dibe/belki: 7 na: 83

deng werdigre.

Li gor vê rapirsiyê Erdogan nikare ji sedî 50î zêdetir deng werbigre û eger heye serokomartî ji destê wî biçe.

Ger Akşener û Kiliçdaroglu hevbigirin dikarin dawî li Erdoganî bînin. Lewra di referandûma 16ê Nîsanê de li dijî Erdoganî bûn. Bi xêra dengên kurdan Erdoganî xwe xilas kiribû. Lê ji ber siyaseta dijminane ya Erdoganî ya beramberî referandûma serxwebûnê, kurdên di nav AK-Partiyê de jî dilgaran in û wisa xuya dike ko kurd vê care Erdoganî  xilas nakin.