Siûdiye: Bersiva dijminkariya Îranê didin

Wezîrê Derve yê Siûdiyê Adil Cubêr ragihand, welatê wî derbarê kiryarên dijminane yên Îranê bêdeng namîne û dê di dem û awayê guncaw de bersivê bide rêjîma Îranê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Siûdiyê Adil Cubêr ragihand, welatê wî derbarê kiryarên dijminane yên Îranê bêdeng namîne û dê di dem û awayê guncaw de bersivê bide rêjîma Îranê.

Adil Cubêr li ser hejmara xwe ya tûra civakî “Twittre” nivîsî: “Siûdiye dê di dem û awayê guncaw bersivê bide kiryarên rêjîma Îranê yên dijminane. Tekez dikin jî ti lêborîn bi terorê û piştevanê wê re nabe.”

Herwiha nivîsiye jî, terora Îranêya kuştina zarokan û binpêkirina yasayên navdewletî berdewam e û her rojekê diyar dibe ku mîlîşyayên Hosiyan alaveke terorê ye ji bo wêrankirina Yemenê .

Wezîrê Derve yê Îranê amaje bi wê jî kiriye, destêwerdana Îranê di navçê de ziyanê digihîne ewlehî û aştiya navdewletî û ew rê nadin ti destdirêjiyekê li ser welatê wî bê kirin.

Ev daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Siûdiyê piştî wê yekê tên, duh êvarê mîlîşyayên Ensarulah yên ser bi Hosiyên Yemenê ve, mûşekeke Ballistic arasteyî firokxaneya Şah Xalid li Riyazê kiribû.