Piştî DAIŞê.. Pêgeha Kurd li Sûriyeya nû çi dibe?

Bi merasîma ragihandina serkeftinê re jî, HSDê wêneyeke mezin ya Rêberê PKKê yê zîndankirî Abdulah Ocalan li nava Reqayê bilind kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Roja 20 Cotmehê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî zêdetirî 4 mehan kontrolkirina bajarê Reqayê bi tevahî ji destê DAIŞê ragihand.

Bi merasîma ragihandina serkeftinê re jî, HSDê wêneyeke mezin ya Rêberê PKKê yê zîndankirî Abdulah Ocalan li nava Reqayê bilind kir. Wê yekê jî pirsek bi xwe re anî, ma kî dê ji piştî DAIŞê wî bajarî hikum bike? Ma Kurdên Sûriyê dikarin bi tenê bakurê Sûriyê wek Kurdên Iraqê bi rê ve bibin?

Her çend e Amerîka kar ji bo dilniyakirina Tirkiyê dike û wezîrê bergîriyê yê berê yê berê ragihandibû, karîna Kurd nîn e desthilatdariya Reqayê bikin, lê pê de diçe sînaryoya perçekirina Sûriyê li ser masa berpirsên Amerîka be.

Di lêkolînekê de ku Rêvebirê Programa Siyaseta Derve di Peymangeha Brookings a Amerîkî Michael Ohanlon amade kiribû, pêşniyaz kiribû kar ji bo stratejiya dabeşkirina Sûriye ji bo çend navçeyên rêveberiya xweser bê kirin, piştre jî wek welatekî konfederalî bê rêkxistin.

Li gor wê stratejiyê, Amerîka kar ji bo lawazkirina desthilata navendê bike û ew jî baştirîn sînaryo dibe ji bo dûrxistina Esed û bidawîanîna hejmûna Elewiyan li ser desthilata Sûriyê. Herwiha dibe alternativek ji şerê navxwe ya ji çend salan ve li Sûriyê heye û Sûriyê berve çarenivîseke ne diyar ve dibe.

Pê de naçe ku ew sînaryo tenê li ser rûpelê bimîne, di nûtirîn amaje de Serokê Nivîsgeha Asayişa Netewî ya rêjîma Sûriyê Lîwa Elî Memlok li Qamişlo ligel berpirsên Yekîneya Parastina Gel (YPG) û HSDê civiyabû û pêşniyaz kiribû mafê atomiyê bide Kurdên Sûriyê û li hemberê jî HSD û YPG ji Reqayê vekişin, lê ew daxwaza Memlok ji aliyê Kurd ve nehat qebûlkirin û ragihandin, ew dixwazin li gor destûreke nû mafê federalîzmê ji wan re dabînkirin.

Ev ne cara yekem e rêjîma Sûriyê behsa bîrokeya rêveberiya xweseriya ji Kurdan re dike, bi taybet di civînên her du aliyan de û bi serperiştiya Rûsyayê bi rê ve diçin de.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pêwendiyên xwe li ser binemaya berjewendiyên ligel Esed birêk xistine. Di 6ê Nîsana 2011an de, tenê piştî kêmtirî ji mehekê ji destpêkirina şoreşa Sûriyê, PYDê ragihandibû, ji bo wan ti astengî nîn in kar bi Esed re bikin, bi merca Şam li mafên kelturî û siyasî yên Kurd mukir bê û navçeyeke rêveberiya xweser ji wan re damezirîne.

Her çend e, di çarçova şerê DAIŞê de YPG û PYD hevkariya rêjîma Sûriyê kiribe, lê vê carê û piştî kontrolkirina Reqayê, çavdêr amaje bi wê dikin HSD û YPGê xendek û rêbendên ji axê datînin û ew jî wek sînorê cudakirinê û xwedûrxistinê ji hêzên Esed in.

Amerîka bi her awayekî piştevaniya xwe ji hêzên YPG û HSDê re veneşartiye û bi taybetî di warê leşkerî de, ku tenê di meha Cotmeha 2015an ve zêdetir ji 50 ton çek û teqemenî ji bo şerê li dijî DAIŞê ji wan re şandibû.

Berî ketina Reqayê, Amerîka bi berdewamî alîkariyên leşkerî ji HSDê re dişand û Tirkiye dilniya dikir ku hêzên Erebî diçin Reqayê û Kurd derbas nabin û wî bajarî jî radestî welatiyên bajêr dikin, lê yekem karê hêzên Kurdî ew bû, wêneya Abdulah Ocalan li nava Reqayê bilind kirin û derket sozên Amerîka ji Tirkiyê re tektîk in.

Di roja 17 Tebaxa borî de Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand, Amerîka piştî serkeftina bi ser DAIŞê de ji bo demeke dirêj li bakurê Sûriyê dimîne.

Peyvdarê fermî yê HSDê Telal Silo ragihand, ji Amerîka re stratejiyeke dûr û dirêj heye û bi dehan salan dimîne.

Jêder: Malper “Îda'at”