Zaxarova: Kurd dê di Kongreya Soçî de amade bin

Zaxarova bangî raya giştî ya cîhanî kir, piştgiriya Kongreya Soçî bikin û ev dê bibe bîngehê serkeftina Kongreyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevka Wezareta Derve ya Rusyayê Maria Zaxarova carek din anî ziman ku, di helwêsta wan a beşdariya Kurdan di Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Suriye li bajarê Rusyayê Soçî de tu guhertînek nî ne û Kurd dê beşdariyê di vê Kongreyê de bikin.

Zaxarova herweha anî ziman ku, Suriye tu dijberî hemberî pêkanîna Kongreya Soçî nîşan ne da ye û di vê babetê pirsgîrêk di navbeyna Moskow û Şamê de nî ne.

Zaxarova bangî raya giştî ya cîhanî kir, piştgiriya Kongreya Soçî bikin û ev dê bibe bîngehê serkeftina Kongreyê