MHP her dixwaze hevalbendê AK Partî be

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) di civîna gruba xwe ya Parlementerî de destnîşankir ku: “MHP di hilbijartinên 2019an de jî, ji bo bicîhanîna sistema Serokomariyê dê têkoşîna ligel AK Partî her bidomîne”.

Ji aliyê xwe ve, berdevkê Partiya Maf û geşepêdanê (AK Partî) Mahir Unal liser hevkariya di hilbijartinan de destnîşankir ku, “Hîn zû ye em liser hevkariyên hilbijartinan biaxifin, lê gûman jê re nî ne em amadeyî her hevkariyê ligel aliyên millî ne.”