Hişyarî ji bihêzbûna pêgeha Îranê li Sûriye û Iraqê tên dan

Rêvebirê berê yê ajansa Asayişa Netewî ya Amerîka (CIA) derbarê hebûna mîlîşyayên ser bi Îranê ve hişyariyê dide û dibêje, Iraq li ser rahênankirina leşkerî ji wan hêzan re razî dibe.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê berê yê ajansa Asayişa Netewî ya Amerîka (CIA) derbarê hebûna mîlîşyayên ser bi Îranê ve hişyariyê dide û dibêje, Iraq li ser rahênankirina leşkerî ji wan hêzan re razî dibe.

Rêvebirê berê yê CIA Michael Hayden ji K24ê re got: “Îranî, Hizbulah û hêzên Elewî yên li Sûriyê ji aliyê hêzên esmanî yên Rûsyayê ve tên piştevanîkirin wek otombîlên pêşbirkan bilez berve serkeftinên Amerîka li Reqa û çemê Ferêt ve diçin. Em dibînin ku desthilatên Îranê fereh bûne. Ez ne geşbîn im, ji ber ku dibînim Hîlalî Şîe ji Taranê ve dest pê dike û ta Sûriye û Beyrûtê diçe.”

Mîlîşyayên Heşda Şeibî ku bi awayekî ne rêxistinkirî hatin damezrandin, niha bûne girêkek ji hikûmeta Iraqê re, ji aliyekî ve bi fermî navên wan çûne nava pêkhatiyekên din ên hêzên çekdar ku di jêr fermandariya Serokwezîr Heyder Ebadî de ye û ji aliyekî din ve hem rahênankirin û hem fermanên xwe ji Îranê werdigirin. Ev yek jî reng e ziyaneke mezin bide Iraqê.

Michael Hayden dibêje: “Di dawiyê de, em dibînin ku Iraq bi tevahî bûye Şîe, di pişt re ev welat neçar dibe ligel Îranê bi dostane riftarê bike. Lê Iraq ne neçar e bibe pêgeheke Îranê, ji ber ku sedemên dîrokî hene û diçespînin ku Iraqî ji vê yekê hez nakin. Ji ber wê rahênankirina hêzên Iraqî ji aliyê Îranê ve tê wateya wergirtina fermanan ji Îranê û ev yek jî hikûmeta Iraqê tûşî pirsgirêkan dike.”

Her çend e Amerîka bi fermî daxwaz ji Iraqê kiriye pisgirêka mîlîşyayên ser bi Îranê ve çareser bike, lê ev daxwaz ji piştî redkirina Iraqê, ti pêdaçûneke cidî pê de nekir.