Li Tirkiyê nirxê dolar zêde dibe

Li Tirkiyê nirxê dolar beramber lîreya Tirk zêdetir dibe. Niha dolar bi nirxa nêzîka 3 lîreyan, di nav 2 mehan de gihiştiye asta xwe ya herî bilind.

K24 – Stenbol

Li Tirkiyê nirxê dolar beramber lîreya Tirk zêdetir dibe. Niha dolar bi nirxa nêzîka 3 lîreyan, di nav 2 mehan de gihiştiye asta xwe ya herî bilind. Lê ekonomîst dibêjin niha dolar di asta xwe ya asayî de ye.

Heftaya çûyî  borsayên Tirkiyê nêzîka ji sedî 15 daket.  Nirxê dolar jî derket asta herî bilind ya 2 mehên dawîn  û bû 2.98 lîre. Niha gel ji wê yekê ditirse gelo bihayê dolar wê 3 lîreyan derbas bike yan na?

Ekonomîst Îbrahîm Kahvecî, ji pêşketina aboriya Tirkiyê bi hêvî ye. Kahvecî dibêje dolar niha  gihiştiye asta sala 2003an, dibe ku nirxê dolar hinek din jî zêdetir bibe.

Ekonomîst Îbrahîm Kahvecî ji K24ê re wiha axifî: "Li Tirkiyê hê jî nirxê lîreyê Tirk li beranber dolar giranbiha ye. Em dibînin demên dawîn de jî welatên ku aboriya wan pêşketiye wek Rusya û Çîn pere derçûye. Lê tevî vê nêzîka 30mîlyar dolar pere hatiye Tirkiyê. Ez bawer nakim ku di rojên pêş de nirxê dolar zede bibe. Li gor min heya serê salê wê dolar wiha dewam bike, lê paşê wê dakeve."

Îbrahîm Kahvecî dibêje hem aloziya li Bakurê Kurdistanê û hem jî qeyrana bi Rusyayê re  bandor li aboriya Tirkiyê kiriye lê ne tene ya Tirkiye, ev 2-3 hefteye borsayên gelek welatên pêşketî daketine: "Niha em dibînin ku borsayên Fransa, Elmanya, Îngiltere, Rusya û Tirkiye daketine. Yanî li welatên ku gumana şerê li dijî Suriyê heye borsa daketin û nirxê dolar jî zêde bû.  Lê li gor welatên din li Tirkiyê borsa pir daneket."

Ji ber egera derxistina rêjeya faîzê ya FEDê û vekişîna veberhênanên biyanî nirxê dolar beranber lîreya Tirk zede bû. Dema ku li welatekî  nirxê dolar zêde dibe, veberhênanên biyanê naçin wî welatî û dolar jî li wê derê dadikeve. Eger li welatekî dolar dakeve, aborî jî pêş nakeve.