Îran.. Nerazî bi şevê û alîgir bi roj xwepêşandanan dikin

Di heyama sê rojên bûrî de li Taranê paytexta Îranê ti kombûneke nerazîbûnê mezin encam nedabû, ku bibe cihê balkêşiya ajansên navdewletî û li hemberê alîgirên komara Îslamî ya Îranê ev sê roj in tên ser kolanan û piştevaniya desthiladarên welatê xwe dikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Di heyama sê rojên bûrî de li Taranê paytexta Îranê ti kombûneke nerazîbûnê mezin encam nedabû, ku bibe cihê balkêşiya ajansên navdewletî û li hemberê alîgirên komara Îslamî ya Îranê ev sê roj in tên ser kolanan û piştevaniya desthiladarên welatê xwe dikin.

Li gor zanyariyên çalakvanên rikberiya Îranê, şeva bûrî li çend navçeyên Taranê xwepêşandanên nerazîbûnê bi rê ve çûn û xwepêşanderan diruşmên “Mirin ji bo Xamineî” avêtin, lê ti ajanseke nûçeyan zanyariyê hûr li ser wan xwepêşandanan belav nekirin.

Li hember wan xwepêşandanên nerazîbûnê yên li dijî desthilatdarên Îranê, desthiladarên Îranê daxwaz ji alîgirên xwe kirin, xwepêşandanên piştevaniya li desthilatê bikin. Di du rojên bûrî de jî xwepêşandanên piştevaniyê ji aliyê alîgiran ve dest pê kiribû.

Di raportekê de paymnêrê kenala “Al-Jezeera” ragihand, armanca Taranê ew e bi kesên nerazî yên navxweyî re bibêje, piraniya xelkê ji siyaseta hikûmetê razî ne.

Got jî, peyama Îranê ji bo derve jî ew e, hîna xelkê Îranê piştevaniyê ji desthilata wê re dikin.

Her di wê derbarê de, ajansa nûçeyan “France Press” belav kir, biryar e îro ji piştî nimêja nîvro, li 40 navçe û meydanên Tarana paytex, xwepêşandanên piştevaniyê ji desthilata komara Îranê re bên kirin.

Ajansê nivîsiye jî, piştî 5 rojan ji xwepêandanên nerazîbûnê, ku di roja 28 Berçileya bûrî dest pê kiribû, niha aramî li hin navçeyan heye û hêzên ewlehiyê hatine belavkirin.

Got jî, Di 3 rojên bûrî de li Taranê paytexta Îranê ti kombûneke nerazîbûnê yên mezin encam nedabû û hin xwepêşandanên sînordar li hin navçeyan hatibûn kirin û li tûra civakî hatin belav kirin, bêyî ku rastiya wan bê çespandin.