Hêvî Mistefa: Me ti danûstandin ji bo radestkirina Efrînê nekiriye

Hevserokatiya Kantona Efrînê ragihand, wan ti danûstandin bi Rûsyayê re nekirine derbarê radestkirina Efrîn ji hikumeta Sûriyê re.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokatiya Kantona Efrînê ragihand, wan ti danûstandin bi Rûsyayê re nekirine derbarê radestkirina Efrîn ji hikumeta Sûriyê re.

Hevseroka Desteya Cibicîkar a Efrînê Hêvî Mistefa ji ajanseke Rûsî re ragihand, tevahiya nûçeyên behsa radestkirina Efrînê ji hikûmeta Sûriyê re dikin, dûr in ji rastiyê. Êrîşa li ser Efrînê hatiye kirin ji ber wê yekê ye ku YPGê red kir Efrînê radestî hikûmetê bike.

Hêvî Mistefa got jî, ji 6 salana ve ew kar ji bo yekparçeyîya Sûriyê dikin. hikumeta Sûriyê ragihand dê bersiva firokeyên Tirkiyê bide, ji ber wê jî dema êrîş li ser Efrîn çê bû, wan daxwaz ji hikûmetê kir, ku Efrînê biparêze, ji ber ew beşek ji Sûriyê ye.

Hevseroka Desteya Cibicîkar a Efrînê amaje bi wê jî kir, gotûbêj û danûstandinên wan yên dîpilomasî  berdewam in, ji bo danîna sînorekê ji êrîşên li ser Efrîn, lê hîn ti encam wernegirtine.

Di 20ê vê mehê de, artêşa Tirkiyê li gel hin ketîbeyên bi navê Artêşa Azad ya Sûryê, dest bi operasyona serbazî li dijî Efrînê kirin.

Rêveberiya Xweser li Efrînê berî çend rojan di daxûyaniyekî de daxwaz ji hikumeta Sûriyê kiribû ku bi erkê xwe derbarê Efrînê de rabe û sînorê xwe yê bi Tirkiyê biparêze.