"Erebkirin gihiştiye nêzîkî Silêmaniyê"
K24 - Navenda Nûçeyan
Endamê encûmena parêzgeha Kerkûkê Kameran kerkûkî ragihand, ku erebkirin gihiştiye nêzîkî Silêmaniyê û ti cudahiya polîsê federalî ji hêzên din yên Iraqî tine ye.
Kameran Kerkûkî ji Kurdistan24ê re got: "Piroseya erebkirin û şî'ekirinê berdewam e û niha gihiştiye derdora Silêmaniyê".
Wî endamê encûmena parêzgeha Kerkûkê got jî: "Ti cudahî di navbera polîsê federalî û hêzên din yên Iraqê de tine ye, ji ber ku ti yasayek li cem wan tine ye û hemû hêzên Iraqî ji yek pêkhateyê ne".