Navçeyên Kurdistanî tên erebkirin

Biryar hatiye ku hemû zeviyên çandiniyê li navçeyên Qeretepe, Celewla, Xaneqîn û Cebare ji xwediyên wan yên Kurd bên stendin û radestî xelkekê din bê kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandeya operasyonên Dicle biryarek derbarê erebkirina navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê derxist.

Bi belgeyeke fermî, fermandeya operasyonên Dicle ya ser bi artêşa Iraqê ve, biryarek derxistiye, têde daxwaz ji firqeya pêncî ya artêşê û polîsên federalî kiriye, hemû zeviyên çandiniyê li navçeyên Qeretepe, Celewla, Xaneqîn û Cebare ji xwediyên wan yên Kurd bistînin û radestî xelkekê din bikin.

Di wê belgeyê de hatiye: Divê hemû ew zevî radestî wan ereban bên kirin, ku di serdema rêjîma Be'is de, bi zorê li cihên Kurdên resen de hatine bicihkirin.