Bayik: Ti gerîlayekî me li Rojavayê Kurdistanê tine ye
K24 - Navenda Nûçeyan
Hevserokê konseya rêvebir a KCK Cemîl Bayik di hevpeyvînekê de li gel medya nêzîkî PKKê ragihand, ku Partiya Yekîtiya Demokrat PYD hizrê rêberê wan Ebdella Ocelan bikar tîne û li ser wî hizrî xwe rêxistiye, lê ew partî rasterê negirêdayî PKKê ye.
Cemîl Bayik tekez kir, ku ti gerîlayekî wan li Rojavayê Kurdistanê tine ye û kesên ku berî niha xelkê Rojavayê Kurdistanê bûn û di nav PKKê de bûn, dema kirîza Sûryê destpê kir, xwestin vegerin Rojavayê Kurdistanê û wan jî rê li ber wan negirtye.
Herwiha Bayik diyar kir, ku wan weke rêxistina PKK ti hêz ji bo Rojavayê Kurdistanê neşandiye.