Mogherini: Tirkiye bi operasyona li dijî Efrînê aram nabe

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini ragihand, destpêkirina êrîşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê, dê Tirkiyê aram nake.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini ragihand, destpêkirina êrîşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê, dê Tirkiyê aram nake.

Federica Mogherini li parlemantoya Ewropayê gotarek pêşkêş kir û derbarê destpêkirina leşkerî ya Tirkiyê li dijî Efrînê de ragihand, ew ji wê êrîşê nîgeran in, ku bereyên şerên nû li bakurê Sûriyê vekiriye û dê bibe sedema kuştina zêde ya sivîlan û koçberiyan wan.

Mogherînî got, divê hişê Tirkiyeyê ne li ser dijîtiya kurdan be. Divê Tirkiye girîngî bide şerê li dijî terorê.

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê got jî, ew têdigihin tirsa Tirkiyê ya derbarê parastina sînorê xwe yê bi Sûriyê re, lê Tirkiyê bi destpêkirina wê êrîşê dê aram nebe.

Herwiha Federica Mogherini got, Tirkiye welatekî ku gerentîkarê civînên Astanayê kiriye, divê girîngiyê bide navçeyên kêmkirina şer li Sûriyê.

Operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ya bi navê (Şaxê Zeytûnê) di roja 20ê meha derbasbûyî de li Efrînê dest pê kir û li gorî daxuyaniyên YPGê, heya niha artêşa Tirkiyê ti pêşketineke berçav nekiriye.