Erdogan: Trump jî wek Obama bê wefa ye

K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, ji ber ku heya niha hêzên YPG ji Minbic derneketine, serokê Amerîka Donald Trump bi kesekî bê wefa binav kir.
Îro çarşemê 7/2/2018an, Serokê Tirkiyê ragihand: "Serokê berê yê Amerîka Barak Obama derbarê hêzên Kurdî li Minbic, Tirkiyê xapand, îro jî Donald Trump li ser heman riya Obama dimeşe û jinû ve Tirkiyê dixapîne û sozên derewîn dide û dibêje: "Nabe hêzên Kurdî li Minbic bimînin û divê ber bi rojhilatê Firat ve biçin".
Erdogan got jî: "Trump li wê yekê mikur hatiye ku Minbic bajarekî erebî ye, lê çi li ser zimanê Trump tê gotin nayê bicîkirin".
Herweha serokê Tirkiyê diyar kir ku hejmareyeke mezin ji wan penaberên li Tirkiyê bicih bûne, xelkê Minbc in û dixwazin li malên xwe vegerin".
Berî niha jî Erdogan ji Amerîka xwestibû ku hêzên xwe ji Minbic vekişîne û gotibû: "Ecindeyên taybet yên Amerîka li Sûrya hene û ew ecinde li dijî Tirkiyê û Îranê ne û dibe ku li dijî Rûsya jî bin".
Daxuyaniyên Serokê Tirkiyê di demekê de ne, biryar e li gel wezîrê derve yê Amerîka û şêwirmendê ewlehiya netewî ya Amerîka, derbarê piştevaniya Washingtonê ji hêzên Kurdî re gotûbêjan bike.