Wîlayetî: Îran û Hizbillah nahêlin Amerîka Kurdistaneke serbixwe li Sûrya dabimezirîne

Îran: Şîreta me ji Amerîka re we e, pêwîst e rêzê li sînorên navdewletî bigire û em rê nadin Amerîka ku rojhilatê Firatê meremên xwe bicî bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê rêberê Komara Islamî ya Îranê Elî Ekber Wîlayetî ji bo karûbarên navdewletî ragihand, ku Amerîka dixwaze bi riya YPGê Sûryê dabeş dike.

Wîlayetî di daxuyaniyên xwe de, ji rojnamevanan re got: "Amerîka bizavan ji bo dabeşkirina axa Sûryê dike. Ji bo wê mebestê jî amadekarî ji bo pêkanîna dewleteke Kurdî serbixwe li rojhilatê Firatê kiriye û kar dike ku bi awayekî fermî li wê dewletê mikur bê. Lê em nahêlin ew xewna Amerîka bicî bibe".

Herwiha got: "Şîreta me ji Amerîka re we e, pêwîst e rêzê li sînorên navdewletî bigire û gelê Sûrya bi hevkariya Hizbullaha Lubnanî û hevpeymanên wê, rê nadin Amerîka ku rojhilatê Firatê meremên xwe bicî bike".

Wîlayetî tekezî li ser piştevaniya Îranê ji bo "Yekîtiya axa Sûrya" kir.

Navhatî di daxuyaniya xwe de got: "Gelê Sûrya û hevpeymanên wî di nav wan de jî Îran û Hizbullahê, wê hemû bizavên xwe bikin ji bo piştevaniya yekîtiya axa Sûrya bikin û Amerîkî wê di van xewnên xwe yên şeytanî de bi ser nekeve û piraniya gelê Sûrya pabendî yekîtiya welatê xwe ne".

Jêder: Ajansa Faris