Zaxarova: Amerîka li ser yekperçeyîya Sûriyê gef e

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand, hebûna leşkerên Amerîkayê li Sûriyê gef e li ser yekperçeyîya xaka Sûriyê û proseya aştiyê li wî welatî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevka Wezareta  Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand, hebûna leşkerên Amerîkayê li Sûriyê gef e li ser yekperçeyîya xaka Sûriyê û proseya aştiyê li wî welatî.

Di konferanseke rojnamevanî de îro berdevka wezareta  Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand, hebûna hêzên Amerîkayê li Sûriyê ne rewa ye û gefê li ser yekparçeya xaka Sûriyê çê dike û proseya aştiyê li wî welatî têk dide.

Herwiha Zaxarova da zanîn, herêma ewlekariyê ya Amerîkayê ya ji 55 kîlometreyî pêk tê û li bejahiya Tinifê ya ku dikeve başûrê Sûriyê ava kiriye ji aliyê çekdarên DAIŞê ve tê bikaranîn.

Berdevka Wezareta  Derve ya Rûsyayê tekez kir ku, çekdarên DAIŞê li wê herêmê xwe azad dibînin û dikarin xwe veşêrin.

Hevpeymaniya Navdewletî ragihandibû ku xaleke HSDê li Dêra Zorê ji aliyê hêzên ser bi rêjîma Sûriyê ve hatibû armanckirin û wek berisvekê li ser wê êrîşê, firokeyên Hevpeymanan ew hêz bombebaran kiribû.