Pentagonê bikaranîna tankên Abramiz yên Amerîkî ji aliyê Heşda Şeibî ve piştrast kir

Wezareta berevanya Amerîka: Ji niha û pêve emê çavdêriya wan hêzan bikin, ku çekên Amerîkî li cem wan hene.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê wezareta berevaniya Amerîka Eric Bahon ragihand, ku ji wan re diyar bûye, ku milîsên Heşda Şeibî yên ser bi Îranê ve, tankên Abramiz yên Amerîkî bikar anîne, ku berî niha Amerîka ew tank radestî Hikûmeta Iraqê kiribû.

Eric Bahon diyar kir, ku ji niha û pêve ewê çavdêriya wan hêzan bikin, ku çekên Amerîkî li cem wan hene.

Di dema dagîrkirina Kerkûkê û Xurmatû de, çekdarên Heşda Şeibî tankên Abramiz li dijî hêzên Pêşmerge bikar anîn, lê di şerê Pirdê de, hêzên Pêşmerge karîn yekê ji wan tankaan biteqînin û pêşveçûnên Heşda Şeibî rawestînin.