KCK: Pilanên avakirina navçeyên ewle li Efrînê nayên qebûlkirin

Sebrî Ok: Heger hin pilan û fişar li ser YPG û gelê Efrînê û Bakurê Sûryê hebin, bi mebesta avakirina navçeyên aram û mana hêzên Tirkiyê li Sûryê, ew pilan ti carî nayên qebûlkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê konseya rêvebir ya KCKê Sebrî Ok di hevdîtinekê de, li gel ajanseke nêzîkî YPGê ragihand, ku çênabe artêşa Tirkiyê li ser bostekê ji axa Efrînê û bakurê Sûryê bimîne.

Sebrî Ok got: "Heger hin pilan û fişar li ser YPG û gelê Efrînê û Bakurê Sûryê hebin, bi mebesta avakirina navçeyên aram û mana hêzên Tirkiyê li Sûryê, ew pilan ti carî nayên qebûlkirin".

Herwiha Ok got: "Divê aliyên navdewletî li dijî dagîrkariyê derkevin û helwesta xwe diyar bikin".

Berî niha cîgirê wezîrê derve yê Rûsya ragihandibû, ku di gera dahatî ya civînên Astana de, dibe ku Efrîn weke navçeyeke kêmkirina şer bê destnîşankirin.