Erdogan: Min bersîva Trump da!

K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor rojnameya Hurriyet a Tirkiyê, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan di civîna xwe ligel Parlementerên AKP, Meclisa Partiyê û Desteya Birêvebir de ragihandiye ku, di axaftina xwe ya telefonî ligel Serokê Amerikayê Donald Trump de bi tundî bersîva Trump da ye.
Ligor nûçeya Hurriyet, Erdogan gotiye: “Trump ji min re got: Wezîrên we rexneyan li Amerika digrin: Min jî bersîv da û diyarkir: “Ya rast dikin! Ev hevalên me ya rast dikin!”