Biryara berdewamiya rewşa zîndankirî ya Demîrtaş hate dan

Doza Selahedîn Demîrtaş, bo 11 Nîsana 2018an hat paşxistin û rewşa zîndankirina wî berdewam dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Doza Selahedîn Demîrtaş, bo 11 Nîsana 2018an hat paşxistin û rewşa zîndankirina wî berdewam dike.

Di sêyemîn rojê de rûniştina doza Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş li Enqerê berdewam kir. Demîrtaş di rûniştina îro de da xuyakirin, li Tirkiyê gelek nêzîkî aştiyê bibûn, lê bi rêdana hikûmetê, Cemaeta Gulen ev pêvajo têk da.

Demîrtaş da xuyakirin, di dema pêvajoya aştiyê de, hikûmet bi xwe dîmenên wan yên bi rayedarên PKKê yên li Qendîlê belav dikir, lê îro ew wêne wek delîlên tawanê di dosyeyê de cîh digrin.

Ser daxwaza dozgerê, Dadgeha Sîncanê ya Enqerê biryara berdewamiya rewşa zîndankirî ya Demîrtaş da û doz heta 11'ê Nîsanê hat paşxistin.