DAIŞ pilanan ji bo dagîrkirina Kerkûkê datîne

Dije terora Iraqî: Rêxistiya DAIŞê pilan daniye ji bo Kerkûkê kontrol bike û piştre ji wir Mûsilê jî kontrol bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameyeke Siûdî ji ser zimanê çend jêderekî emnî ji hêzên dije terora Iraqî, belav kiriye ku rêxistiya DAIŞê pilan daniye ji bo Kerkûkê kontrol bike û piştre ji wir Mûsilê jî kontrol bike.

Rojnameya "Ukaz" ya Siûdî, bêyî ku hûrkariyên dije terora Iraqê eşkere bike, tekez kiriye ku hêzên emnî yên Iraqî, hevrêzî û tedbîrên pêwîst stendine da rê li ber wê egerê bigire.

Li ser vê mijarê, fermandeyên Heşda Şeibî, li mihwerê Bakur li gel fermandeyên firqeya pêncan ya ser bi polîsên federalî ve, ew pirs gotûbêj kirine, ji bo Kekrûkê ji êrîşa DAIŞê biparêzin.

Derbarê vegera DAIŞê û gefên wê girûpê, berpirsan û dezgehên hewalgirî û serbazî yên Amerîka jî, hişyariyê didin û dibêjin: "Hîn DAIŞ gefê li ser navçeyê çêdike û bitemamî bidawî nehatiye".