Nêçîrvan Barzanî: Me ligel De Mistura rewşa Efrînê gotûbêj kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, deriyê guftûgoyê ligel Iraqê vekirî ye. Herwiha aşkere kir, ligel De Mistura behsa rewşa Efrînê kir.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, deriyê guftûgoyê ligel Iraqê vekirî ye. Herwiha aşkere kir, ligel De Mistura behsa rewşa Efrînê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchena Almanyayê li ser pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand, ya girîng ew e, derî di navbera Hewlêr û Bexdayê de vekirî ye û biryar e civînên her du aliyan berdewam bin.

Nêçîrvan Barzanî li ser civîna bi Joe Biden re got, Joe Biden dostê Kurd e û dixwaze pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bibin.

Tekezî li wê yekê jî kir, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi fişarê çareser nabin û pêwîst e bi riya destûrê re bêne çareserkirin, ji ber ku gelê Iraqê deng li ser destûrê daye ji bo pirsgirêk bi riya wê re bêne çareserkirin.

Li ser rewşa Efrînê Nêçîrvan Barzanî got: “Rewşa Efrînê aloz e û pêwendiya gelek aliyan pê heye ji wan jî Amerîka, Tirkiye, Rûsya û Îranê. Îro ligel De Mistura me behsa Efrînê kir û hêviya me ew e, ku çareseriyek ji wê pirsê re bê dîtin, ku miletê Efrînê ziyanê jê nebîne.”