Erdogan tometên kuştina sivîlan li Efrînê red dike

Operasyona Efrînê di roja xwe ya 35 an de berdewam dike û mijara kuştina sivîlan jî di rojeva aliyan de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Operasyona Efrînê di roja xwe ya 35 an de berdewam dike û mijara kuştina sivîlan jî di rojeva aliyan de ye. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bersiva berdevkê Pentagonê Adrian Galloway da û ew wekî bêehlaq û bêwijdan penase kir. Erdogan tometên kuştina sivîlan red kir û got Amerîka ji bo sivîlên ko li Xuta Rojhilatê tên kuştin nerazî nabe lê ji bo Efrînê xwe nerazî dike.

 Erdogan got: ``Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya hevpeymanekî me bêyî ku şerm bike dibêje li Efrînê sivîl tên kuştin. Hey bêwijdan. Hey bêehlaq. Li Xutaya Rojhilat rojane bi sedan zarok, jin, pîr û sivîl bi awayek namerdane tên kuştin. Hûn xwe nerazî nakin. Lê li hemberî şerê me yê dijî terorîstan xwe nerazî dikin û agahiyên derew û şaş belav dikin.``

 Mijara kuştina sivîlan di rojeva Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê de bû jî. Berdevkê HDPyê Ayhan Bîlgen nerazîbûnek tûnd li dijî kuştina sivîlan nîşan da û got Tirkiye tawana şerî dike.

 Ayhan Bilgen diyarkir: ``Ji vîdyoyên belav bûyî diyar dibe ko çekdarên Arteşa Azad sivîlan dikûjin. Dê kî baca kuştina sivîlan bide. Gelo Arteşa Tirkiyeyê piştgirê vê kiryarê ye? Kuştina sivîlan dê bibe sedema jihevdûrbûn a Tirk û Kurdan. Dê sibe li dadgehên navnetewî Tirkiye wekî tawanbarê şer were dadgehkirin.``  

 Di encama êrîşên Tirkiyeyê de li Efrînê heta niha nêzikê 200 sivîl şehîd bûn e û 500 sivîl jî birîndar in. Berdevkê Pentagonê Adrian Galloway jî du roj berê gotibû Arteşa Tirkiyeyê li Efrînê sivîlan dikûje û xelk ji ber tûndiya Tirkiyeyê nikarin vegerin malên xwe.

 

C.B