Buldan: Ger pirosyea aştiyê bidawî nehatiba wê PKKê çek danîba

K24 - Navenda Nûçeyan
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Perwîn Buldan ragihand, heger Hikûmeta Tirkiyê dawî li pêvajoya aştiyê neanîba, wê PKKê biryara çekdanînê stendiba.
Perwîn Buldan ji ajanseke nêzkê PKKê re axifî û bal kişand ser hevdîtina xwe ya dawî li gel rêberê PKKê Ebdella Ocalan û got: "Di 5ê Nîsana sala 2015an de, wan cara dawî serdana Ocalan kir. Rêberê PKKê di wê serdanê de gotibû: "Ewê banga çekdanînê li PKKê bike". Piştî banga wî PKK jî wê biryara çekdanînê daba. Ji bo vê jî pêwîst e aliyekî sêyem beşdarî danûstandinên pêvajoya aştiyê bibe. Lê piştî hevdîtina wan a di 5ê Nîsanê de, pêwendiya wan li gel Ocalan hat birrîn û serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dawî li pêvajoya aştiyê anî".
Li gorî Hevseroka HDPê, sedema rewşa aloz a Tirkiyê ya niha, têkçûna pêvajoya aştiyê ye û tenê Ocalan kare Tirkiyê ji kirîza niha rizgar bike.
N.O