Hikûmeta Iraqê biryar daye çekên Amerîkî ji Heşda Şeibî bistîne

Rojnameya El-Heyat: Berpirsên Amerîkî gef li Bexdayê kirine, ku heger çekên Amerîkî radestî Heşda Şeibî bike, wê Iraq rastî sizadanê bê

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya El-Heyat ji ser zimanê çavkaniyeke serbazî Iraqî belav kiriye, bi armanca kêmkirina dilgiraniyên Amerîka û tirsa veguhestina çekan ji bo şerê Sûryê, bi riya çekdarên Heşda Şeibî, Hikûmeta Iraqê biryar daye ku çekên Amerîkî ji girûpên Heşda Şeibî bisîtne.

Rojnameyê diyar kir, tirsa Iraqê ji wê yekê heye, ku ew çekên Amerîkî ji aliyê Heşda Şeibî ve, li derveyî Iraqê di şerûpevçûnan de bên bikaranîn.

Heman rojnameyê tekez kiriye, ku Îran fişaran li Heşda Şeibî dike, daku li derveyî Iraqê jî şer bike, ev jî şermezariyeke mezin ji Hikûmeta Iraqê re çêdike, ji ber ku ew yek mercên girêbesta kirrîna çekan li gel Amerîka binpê dike.

Biryara Hikûmeta Iraqê ya kişandina çekên Amerîkî ji Heşda Şeibî, piştî wê yekê hat, ku berpirsên Amerîkî hişyar dan Bexdayê daku çekên Amerîkî yên li cem artêşa Iraqê radestî Heşda Şeibî neke.

N.O