YPG: Em pêbendî biryara agirbestê ne

YPG: Em pêşwaziyê li biryarê Encûmena Ewlehiya Navdewletî ya agirbestê dikin, lê di dema encamdana her êrîşekê de li dijî me, emê ji hêla xwe ve birsivê bidin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku ewê pêbendî biryara Encûmena Ewlehiya Navdewletî bin, ku duh ji bo agirbesteke giştî li Sûryê ji bo dema 30 rojan, bi tevahiya dengan pesend kiribû.

Serkirdatiya giştî ya YPGê di daxuyaniyekê de ragihand: "Li ser biryara Encûmena Ewlehiya Navdewletî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve, ku duh 24ê Sibatê hat pesendkirin, bi mebesta gihandina alîkariyên mirovî ji bo wan navçeyên ku şerê li wan heye, bi dirêjiya mehekê li seranserî Sûrya agirbest hatiye ragihandin, em jî wek fermandeya YPGê pêşwaziyê li wê biryarê dikin, lê di dema encamdana her êrîşekê de li dijî me, emê ji hêla xwe ve birsivê bidin".

YPGê di daxuyaniya xwe de, peyman daye, ji bo derbasbûna dezgehên mirovî yên Netewên Yekgirtî ji bo bajarê Efrînê, alîkarî û asankariyê bike, daku alîkariyên mirovî yên Netewên Yegirtî bigehên cihên wêranbûyî û li ser kesên ku ziyan dîtine bên dabeşkirin.

Herwiha YPG daxwaz ji aliyên nakok li Sûryê kiriye, ku pêbendî biryara  agirbestê bin û piştevaniya wê bikin.

Berî niha peyvdarê wezareta derve ya Tirkiyê jî, pêşwaziya welatê xwe ji biryara agirbestê re ragihand.

N.O