Aldar Xelîl: Dibe ku em hêzên Sûryê derbasî Cerablus û Babê jî bikin

Aldar Xelîl: Her aliyek Sûrî berevaniyê di ber Efrînê de bike li dijî artêşa Tirkiyê, em pêşwaziyê lê dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevserokê Desteya Bicîkar ya TEVDEMê Aldar Xelîl ragihand, ku her aliyek Sûrî berevaniyê di ber Efrînê de bike li dijî artêşa Tirkiyê, ew pêşwaziyê lê dikin.

Aldar Xelîl ji rojnameyeke nêzîkî PYDê re got: "Rêdana me ji bo derbasbûna hêzên ser bi Hikûmeta Sûryê ve ji bo bajarê Efrînê, tê wateya ku em yekîtiya axa Sûryê diparêzin û her aliyekî din yê Sûrî hebe ku li dijî êrîşa Tirkiyê berevaniyê di ber Efrînê de bike, em pêşwaziyê lê dikin".

Xelîl diyar kir, ku eger heye ev hevkariya di navbera wan û hêzên ser bi Hikûmeta Sûriyê ve, li Cerablus û Babê û li her devereke din jî çêbibe ku artêşa Tirkiye dagîr kiribe.

Derbarê pêwendiyên wan li gel Şamê, navhatî got: "Nakokiyên me, ji ber hin sedemên diyarkirî li gel Şamê hene, ew nakokî jî girêdayî pirojeyên me yên niştimanî ne".

Ev bû nêzîkî hefteyekê, ku hêzên Şeibî yên ser bi Hikûmeta Sûryê ve, bi rêketinekê li gel YPGê derbasî nav bajarê Efrînê bûne, duh jî peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd ragihand, ku heya niha hêzên şeibî yên ser bi Hikûmeta Sûriyê ve, şerê artêşa Tirkiyê nekirine û yên ku şer dikin tenê YPGê ne.

Hevdem li gel daxuyaniyên Nûrî Mehmûd, duh peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Hesekê ragihand, ku di encama bordûmana firokeyên cengî yên Tirkiyê de li ser devera Raco ya ser bi Efrînê ve, 2 çekdarên Hêzên Şeibî yên ser bi Hikûmeta Sûryê ve hatin kuştin û 3 din jî birîndar bûn.

Girêdayî heman mijarê, nûçegihanê Kurdistan24ê li Efrînê ragihand, ku ji roja derbasbûna Hêzên Şeibî ve û heya niha, 4 çekdarên wan hêzan hatine kuştin û 5 din jî birîndar bûne.

N.O