Yekîtiya Ewropa: Em ji operasyona Tirkiyê dilgiran in

Mogherini: Sûrya di rewşeke xirab de ye û divê civaka navdewletî û Encûmena Asayişa Navdewletî helwesteke ciddî bidin xuyakirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini, di bersiva xwe de li ser pirseke nûçegihanê K24ê got: Em ji operasyona Tirkiyê li Efrîn dilgiran in û me ew dilgiraniya xwe gihandiye wezîrên derve yên welatên Yekîtiya Ewropa, me ji Tirkiyê xwestiye ku kar ji bo vegera aramiyê ji bo Sûryê bike.

Federica Mogherini di kongirekî rojnemevanî de got: Em beramberî hemû operasyonên li Sûryê dilgran in û me ji Rûsya, Tirkiyê û Îranê xwestiye ku şerê Efrînê rawestînin.

Mogherini got jî: Sûrya di rewşeke xirab de ye û divê civaka navdewletî û Encûmena Asayişa Navdewletî helwesteke ciddî bidin xuyakirin, û divê biryara agirbestê bê bicîkirin, ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo xelkên ku ziyan li wan bûne.

Operasyona (Şaxê Zeytonê) ya artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, di 20ê meha derbasbûyî de destpê kir û tevî ragihandina agirbestê ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî ve, lê heya niha ew operasyon berdewam e.

N.O