Serdozgeriya Tirkiyê ji bo Salih Mislim biryareke nû da

Serdozgeriya Komarê di çarçoveya lêpirsîna teqîna daîreya bacê ya Enqerê de, derbarê endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim de biryara desteserkirinê da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Komarê di çarçoveya lêpirsîna teqîna daîreya bacê ya Enqerê de, derbarê endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim de biryara desteserkirinê da.

Hatibû îdîakirin, êrişkarê daîreya bacê ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Tirkiyê bûye. Biryara dozgeriyê bo Wezareta Dadê ya Tirkiyê hat şandin ku, di nav dosyeya radestkirinê de were bicîhkirina.

Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag, îro da xuyakirin, wan daxwaznameya radestkirinê duh şandine Çekyayê. Balyozê Tirkiyê li Pragê jî da zanîn, dadgehkirina Mislim ji bo sibe hatiye paşxistin.

Endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim Duh 25ê Sibatê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Çekyayê ve hat desteserkirin û berpirsên TEV-DEMê desteserkirina Salih Mislim wek binpêkirinekê ji yasayên navdewletî re binav dikin.

Li aliyê din, parêzerê Salih Mislim da xuyakirin, polîsê Çekyayê hê jî dosyeya derbarê Mislim de neşandiye dadgehê û moleta binçavkirinê demjimêr 11'ê şevê temam dibe.