Salih Mislim hat azadkirin

Endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim li Pragê paytexta Çekyayê hate azadkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim li Pragê paytexta Çekyayê bi kefalet hate azadkirin.

Peyamnêrê K24ê li Ewropayê da zanîn, hevserokê berê yê PYDê û Endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim îro ji aliyê dadgeha Pragê bi kefalet hat azadkirin.

Piştî girtina 3 rojan û di dema birina ji bo dadgehê,  hejmarek mezin ji alîgirên PYDê li ber deriyê dadgehê kom bûn û piştevaniya ji Salih Mislim re nîşandan.

Kefîlê Salih Mislim Ehemed Îsmaîl ji K24ê re da zanîn, Salih Mislim bi kefalet hatiye berdan û dê rûniştinên dadgehê berdewam bin û ta dadgehkirina wî bidawî dibe û biryareke yekalîker dide, dê li Çekyayê bimîne û nikare derkeve derveyî welatî.

Enqerê berî mehekê navê Endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê û hevserokê berê yê PYDê xistibû lîsteya sor a terorê û ji bo girtina milyon dolar wek xelat destnîşan kiribû.

Endamên Komît Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim di 24ê Sibatê de bi aramanca beşdarî konferansekê bibe çûbû Piragê, lê li ser daxwaza Tirkiyê ji aliyên polîsa Piragê ve hatibû girtin û îro jî hat berdan.

 

Salih Mislim hat azadkirin
Salih Mislim hat azadkirin
Salih Mislim hat azadkirin