Tirkiye heşyarname da Komara Çek

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, berdana Salih Muslîm, binpêkirina yasaya navnetewî ye û jiber biryara dadgehê jî heşyarî dan e hikûmeta Çekyayê.

 K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, berdana Salih Muslîm, binpêkirina yasaya navnetewî ye û jiber biryara dadgehê jî heşyarî dan e hikûmeta Çekyayê.

Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarî azadkirina Salîh Muslîm de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn,  PYD baska PKKê ya Sûriyê ye û redkirina daxwaza girtina Salih Muslîm derveyî yasayan e.

Hat destnîşankirin, bi biryara dadgeha Çekyayê diyar dibe ku, gotinên derbarê têkoşîna dijî terorê li Ewropa çiqas dirû û ji baweriyê dûr in.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu jî da xuyakirin, Salih Muslîm biçe ku derê ew dê bişopînin û derbarê biryara dadgehê de jî heşyarname dan e hikûmeta Çekyayê.

 

 

C.B