Ji bo Efrînê Fransa û Tirkiyê hevdu derewîn derdidixin

K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye daxuyaniya Fransayê ya piştî pêwendiya telefonî ya Emanuel Macron û Recep Tayîp Erdogan hatibû dayîn derew derxist.
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn, “Di pêwendiya telefonî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokomarê Fransayê Emanuel Macron de mijara Efrînê nehatiye axaftin.”
Herwiha tê de hat, “Daxuyaniya Serokomariya Fransayê ya piştî pêwendiya telefonî hatibû belav kirin rast nîne û wan nerazîbûnên xwe ji Fransayê re ragihandine.”
Berî du rojan Erdogan û Macron bi riya telefonê axivîbûn û piştre jî her aliyekî daxuyaniyên cuda derbarê wê pêwendiyê de belav kiribûn. Li gor daxuyaniya Serokomariya Fransayê Macron ji Erdogan re gotiye, agirbesta li Sûriyê ji bo Efrînê jî derbas dibe.
Piştî ku Encûmena Asayişa Navdewletî li seranserî Sûriyê heta 30 rojan agirbest ragihand, êrîşa Tirkiyê li dijî Efrînê berdewam dike. Tirkiye dibêje, biryara agirbesta Encûmena Asayişa Navdewletî ji bo Efrînê derbas nabe. Lê Fransa dibêje, divê Tirkiyeyê pabendî biryara agirbestê bibe.
S. B