Amnesty: Di şerê Tirkiye û YPG de sivîl dibin qurbanî
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Lêborîna Navneteweyî (Amnesty Internaional) rexne li Operasyona Efrînê ta Tirkiye kir, ku di encama bordûmanan de gelek welatî yên sivîl bûn e qurbanî. Amnesty herweha ragihand ku, di encama êrîşên mûçekî yên YPG de jî sivîl li devera Ezaz bûn ê qurbanî.
Rêxistina Lêborînê banga xwe gihand Rusya, Amerika û welatên din da fişarê li Tirkiye bikin ji bo bidawîanîna Operasyona Efrînê. Amnesty destnîşankir ku, Artêşa Tirk û hevalbendên wê bêyî liber çav girtina sivîlan Efrînê bordûman û topbaran dike û bi dehan sivîl jiyana xwe jidest dan e. Ev yek jî li derveyî yasayên navneteweyî binav kir.
Ligor rapora Amnesty YPG jî mûşek avêtin e Ezazê û li wir xelkên sivîl bûn e qurbanî.
Operasyona Efrînê di roja xwe ya 40an de ye û ligor amarên Rêvebiriya Efrînê heta niha di encama Operasyona Tirkiye dijî Efrînê de nêzîkî 200 sivîlan jiyana xwe jidest da ye.
C.B