PSK: Divê Tirkiye biryara Konseya Ewleyiyê ya NY bicîh bike

Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) derbarê babetên di rojeva Kurdistanê de daxûyaniyek çapemeniyê arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihişte K24

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) derbarê babetên di rojeva Kurdistanê de daxûyaniyek çapemeniyê arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihişte K24.

Ev naveroka daxûyaniyê ye:

Desteyê Rêvabirina Navendî (DRN) ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan, di 25.02.20187an da li bajarê Wanê civiya. DRN ya PSK li ser xalên rojevê civînê û bûyer û peşhatiyên navçe, Kurdistan û Tirkiyê giftugo kir û biryar da ku belavoka jêrê pêşkeşê bîrûrayê giştî bike.

Li Rojhilata Navîn, di warê siyasî da, proseya dizayn kirina navçe paş nemana DAÎŞ bi rêva diçe. Di vê proseyê da di nava Dewleta Yekbûyî ya Amerika, Rusya û dewletên din yên Rojava, welatên Kendav, Îran û Tirkiyê da milmilanayê sext û xwinavî heye. 

Gava li navçeyê proseya hanê bi rêva diçe, rejîma Tirkiyê bi lez û bez ber bi bi rêva idareya taqekesî diçe. Bi henceta Rewşa Awerta pêşiya bi kar anina maf û azadiyên demokratîk têne girtin. Hikumeta AK Partî, bi derxistina Biryarnameyên Di Hukmê Qanunê Da dengê muxalifên xwe dibire, qutê wan dibire. Saziyên medenî, rojname û kovar û kanalên televîzyonê têne daxistin. Pêşiya çalakiyên partiyên siyasî têne girtin. Serokcumhurê Tirkiyê Erdogan, ku her gotina wî wekî destur têne ci be ci kirinê, ber bi diktatorî dimeşe.

Hikumeta AK Partî di warê pirsa Kurd da xwe teslimê siyaseta dewletê kiriye. Hikumeta AK Partî bi nasnameya xwe ya oldar û bi diruşmên “navçeyî û netewî” ve bûye parêzerê sîstema uniter û îdeolojiya resmî ya dewleta Tirk. Û dixwaze pirsa Kurd bi rêka tundûtijiyê va çareser bike.

Siyaseta hanê ya hikumatê bûye sedemê hendê, ku li Kurdistanê geş bûna aboriyê bisekine, hêjmara bêkaran zêde bu û Kurd dîsa bikevin rêya koçberiyê.

Hikumeta AK Parti, deskevtên netewî yên gelê Kurd di perçeyên dinê Kurdistanê, li ser asayişa Tirkiyê wekî xeter dibine.

Hikumet li Kurdistanê Başur dijî Rapirsiya 25 Îlonê derket û ev yêka bû sedema hendê ku pêyvendiya baş yên di nava Tirkiyê û Herêma Kurdistanê da xirap be.

Hikumeta AK Partî, ji bona têkbirina statuya hêyî li Kurdistana Rojava êrîş kire ser Afrin û bi vî awayî rewşa Suriyê aloztir kir. Dewleta Tirkiyê qîma xwe bi Afrinê va nayne, behsa dagir kirina seranserê Kurdistana Rojava dike. 

Wekî hemû rejîmên otorîter, AK Parti jî gava li derwayê tengav dibe, teda û zordariya xwe li hundurê welat tundtir dike. Gava li hundurê welat rûberûyê pirsgirêkên mezin dibe, dujmin li derwayê dixulqine.

Yên ku dijî operasyona leşkerî ya li ser Afrînê derdikevin, ji aliyên dadigehan, ku bi gor daxwaza hikumatê biryar didin, têne girtin. Îro li Tirkiyê gotina “Na Bo Şer” û bêjeya “Aşitî” bûye tawan.

Erkê hêzên welatparêz demokrat ev e, ku dijî kar û kiryarên AK Partî yên dij demokrasî, derkevin, parastin û pêşvebirina maf û azadiyên demokratîk hewl bidin, dijî siyaseta dewletê ya dagirkerî derkevin û daxwaza çareser kirina pirsa Kurd bi rêka giftugo bikin.

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan carekî dinê banga hêzên demokrat û welatparêz dike, ku destê xwe bidine hevdu û dijî Rewşa Awarte û rejîma Biryarname Di Hukmê Qanunê Da û ji bona qerebo kirina ziyanê qurbaniyên vê siyasetê xebat bikin. Bi hevra daxwaz bikin, ku pirsa Kurd bi rêka diyalogê were çareser kirinê û dewleta Tirk dev jê êrîşên ser Afrinê berde.

PSK daxwaz ji hêzên Kurdistanê dike, ku di hilbijartina herêmî giştî û serokatiyê, ku di sala 2019’an da têne encam danê, halwesta xwe li ser bingeha netewî û demokratîk bikine yek û bi hevra beşdarê hilbijartinan bibin.

- Divê Rewşa Awerte û Sîstema Biryarname Di Hukmê Qanunê Da bêne betal kirinê!

- Divê Tirkiyê bê qeyd û şert biryara Desteya Asayişa Yêkitiya Miletan cî be cî bike û hêzên xwe ji Afrinê paşve bikeşe û ligel hêzên Kurdistana Rojhilat pêyvendî dayne!

- Divê dewlet dev jê operasyonên leşkerî li Kurdistanê berde, PKK bê qeyd û şert agirbest rabigihine!

- Divê dev jê siyaseta çareser kirina pirsa Kurd bi rêka tundûtijiyê bê berdanê û bona çareser kirina pirsa Kurd bi şiweyê aşitî gavan bêne avêtin.

PSK 8’ê Adarê Roja Jinan ya Navnetewî li daykên şehîdên azadî demokrasî bi taybetî, li hemu jinan bi giştî pîroz dike.

28.02.2018

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Desteyê Rêvabirina Navendî

 

C.B