YPG rûbirûyî Tunditirîn êrîşa Tirkiyê dibe

Li gor jêderên fermî yên ji Efrînê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rûbirûyî tundtirîn êrîşa artêşa Tirkiyê li navçeya Raco dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor jêderên fermî yên ji Efrînê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rûbirûyî tundtirîn êrîşa artêşa Tirkiyê li navçeya Raco dibe.

Derbarê vê êrîşê de, Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ji kenala “RT” a Rûsî re ragihand, rûbirûbûnên di navbera şervanên YPG û artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve berdewam in.

Ji aliyekî din ve, Peyvdarê YPGê ji K24ê re jî got, firokeyên artêşa Tirkiyê îro xalake Hêzên Şeibî yên ser bi artêşa Tirkiyê ve bombebaran kir û di encamê de hejmarek çekdar ji wê hêzê canê xwe jidest da û birîndar bûn.

Li gor medyayên nêzîkî YPGê jî, artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve gundê navçeya Şera, Cindirêsê, Mabeta, Raco û Şiyê topbaran dikin. Li gundê Kaxirê ya Mabeta jî kesekî sivîl şehîd bû û 5 sivîlên din jî birîndar bûne.

Ev yek di demekê de, îro berbangê artêşa Tirkiyê ragihand, di şer û pevçûnên li Efrînê de, duh 8 leşkerên Tirk hatin kuştin û 13 leşkerên din jî birîndar bûn.

Herwiha Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Nurettîn Canîklî îro ragihand, di operasyona li dijî Efrînê de, heta niha 41 leşkerên Tirkiyê û 116  çekdarên çekdarên opozîsyona Sûriyê canê xwe ji dest dane.

Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê di roja 42emîn de berdewam e, Encûmena Denturistiyê ya Efrînê duh ragihandibû, ji encama êrîşên artêşa Tirkiyê de 207 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 600 welatiyên din jî birîndar bûne.

 

S. B