Erdogan: Amerîka pêşinyarek derbarê Minbic daye Tirkiyê

Erdogan: Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson, di serdana xwe ya vê dawiyê de ji bo Tirkiyê, li ser Enqerê pêşinyar kir, ku Tirkiye û Amerîka bi hev re ewlehiya Minbicê biparêzin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, di çarçoveya serdana xwe de ji bo Efrîqayê, pirsên rojnamevanan berisvand û got: "Di heyama serokê berê yê Amrîka Barak Obama de, soz bi Tirkiyê hatibûn dayin, ku YPG ji Minbic derkeve û li rojhilatê Firatê bicih bibe, lê Amerîka pêbendî sozên xwe nebû".

Recep Tayip Erdogan da zanîn, ku rêveberiya serokê niha yê Amerîka Donald Trump jî vê sozê dide.

Herwiha Erdogan tekez kir, ku wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson, di serdana xwe ya vê dawiyê de ji bo Tirkiyê, li ser Enqerê pêşinyar kir, ku Tirkiye û Amerîka bi hev re ewlehiya Minbicê biparêzin.

Li ser wê mijarê jî hat zanîn, ku Erdogan bi erênî nêzîkî wê pêşinyarê bûye, bi mercê ku YPG ji Minbicê derkeve û Ereb li wê deverê bicih bibin.

Ev demeke pirsa Minbic bûye cihê nakokiyê di nav Tirkiyê û Amerîka de û bi awayekî berdewam berpirsên Tirkiyê hikûmeta Amerîka tometbar dikin, ku sozên xwe yên derbarê Minbic dabûn Tirkiyê bicî nekiriye.

Berî niha jî Hikûmeta Tirkiyê ji Amerîka xwestibû ku serbazên xwe ji Minbic bikişîne û gef li Amerîka kiribû, ku her serbazekî Amerîkî li Minbic be û cilên YPG li xwe bike, wê rastî êrîşa artêşa Tirkiyê bê, piştre Hikûmeta Tirkiyê li ser Amerîka pêşinyar kir, ku YPG ji wê deverê bê derxistin û ew navçe ji aliyê Tirkiyê û Amerîka vê were birêvebirin.

N.O