Rûsya: Êrîşî Tirkiye bibe, em dê Tirkiye biparêzin

Cîgirê Serokê Komîteya Ewleyiyê yê DUMA Aleksandr Sherin, diyarkir ku, ger êrîşek atomî hemberî Suriye, Iran, Koreya Bakur, Çîn û Tirkiye bibe, Moskow amade ye bikeve tevgerê û wan biparêze.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Cîgirê Serokê Komîteya Ewleyiyê yê DUMA Aleksandr Sherin, diyarkir ku, ger êrîşek atomî hemberî Suriye, Iran, Koreya Bakur, Çîn Û Tirkiye bibe, Moskow amade ye bikeve tevgerê û wan biparêze.

Di axaftina xwe ya lipêş Meclisa Federal de Serokê Rûsyayê Vladimir Putin diyarkiribû ku, ger êrîşek atomî hemberî hevkarên wan bê pêkanîn, Rûsya dê yekser bersîvê bide.

Ligor nûçeya Ajansa Sputnik a Rûsî Sherin liser pirsa mebesta Putin kîjan welat in, weha bersîv da: “Welatên endamên Rêkeftina Hevpar a Ewleyiyê ne.  Suriye ye. Çîn jî dostê me ye û dikeve nav welatên dostên Rûsya de. Em herweha Koreya Bakur û Iranê jî dikarin bibêjin û Tirkiye hevkarê me yê herdemî bûye”.

Di nav welatên endam ên Rêkeftina Hevpar a Ewleyiyê de: Ermenistan, Rûsya Spî, Kazaxistan, Kirgizistan û Tacikistan jî hene.

 

 

C.B