HAK PAR: Armanca me herî kêm federalî ye

Rêveberên Hak Par’ê da zanîn ku ew ê ji bo federasyonê xebatên xwe bimeşînin, da ku Kurdên Bakur bikaribin rêveberiya xwe bikin û kêşeyên xwe çareser bikin.

 

K24 – Diyarbekir

Partiya Maf û Azadiyan (HAK PAR) Kongreya xwe ya Asayî ya 8’emîn a Diyarbekirê li dar xist. Ji bo kongreya bajêr, ji HDP, DBP û Partiyên Kurdistanî gelek nûner tevlî kongre bûn. Di axaftinên hatin kirin de bal ji bo hêzeke siyasî ya li Bakur hat kişandin. Rêveberên Hak Par’ê da zanîn ku ew ê ji bo federasyonê xebatên xwe bimeşînin, da ku Kurdên Bakur bikaribin rêveberiya xwe bikin û kêşeyên xwe çareser bikin.

Li Diyarbekirê gelek nûnerên partiyên siyasî yên Bakur, ji bo Kongreya bajêr a Hak Parê li hev civiyan û ji bo rêveberiya nû ya Hak Par’a Diyarbekirê piştgiriya xwe ragihandin. Serokê Giştî yê Hak Par’ê Refîk Karakoç ji bo nexşerêya nû ya partiyê da zanîn ku ew hewil didin rêxistinên xwe bi hêz bikin da ku bikaribin bikevin hilbijartinên sala 2019’an û rêya federasyonê ji bo Kurdan vekin.

Serokê Giştî yê Hak Par’ê Refîk Karakoç ji K24ê re wiha axivî: “Daxwaza me herî hindik, sazûmaneke federalî ye. Em ji bo gelê me, ji bo Bakûrê Kurdistanê sazûmaneke federalî dixwazin. Ji bo vê yekê jî daxwaza me ew e ku makezagona Tirkiyeyê were guhertin û bi sazûmaneke federalî gele me bigihîje armanca xwe ku em bikaribin xwe bi rê ve bibin.”

Ji bo rêveberiya nû ya bajêr: Newzad Karakeçî wekî serok hat hilbijartin û rêveberiya nû da zanîn ku dê nexşerêya wan a yekemîn zêdekirina rêxistinên li bajaran û ya duduyan jî amadekariyên federasyonê be da ku hemû hêzên siyasî di nav vê federasyonê de cih bigirin. Partiya Maf û Azadiyan a ku mafê hilbijartinê ji dest xistibû, niha li 28 bajaran bi rêxistin e û ji bo ku bikaribin tevlî hilbijartinên sala 2019’an bibin, divê xwe li 41 bajaran bi rêxistin bikin.

Di kongreya ku ji bo rêveberiya nû hat rêvebirin de hem rêveberên Hak Par’ê, hem mêvanên ji partiyên siyasî, girîngî û pêdiviya bi sîwaneke partiyên Kurd û Kurdistanî ragihandin. Endamê PDK-Sûriye yê Rêxistina Mêrdîn û Êlihê Mehmûd Remo jî da zanîn ku nakokiyên di navbera Kurdan de derdivevin, divê ji bo desthilatdaran nebin amûr û ev nakokî Kurdan zêdetir bi hêz bikin.

Endamê PDK-S’ê Mehmûd Remo got: “Berpirsiyarên welêt, tevgerên siyasî û rêxistin in. Dema ku nakokî hebin, divê ev nakokî ji bo gel bibe egera pêşketinê ne ku ew nakokî bibin sedem ku em kêmasiyan ji hev û din re çêbikin. Rêxistin, partî û tevger; berpirsiyarên hemû tiştan in.”

Rêveberên partiyê û beşdarên kongreyê da zanîn ku yek ji sedema êş û janên Kurdan ên niha jî bêtifaqî ye û divê wekî gava pêşîn ev pirsgirêk bê çareserkirin. Her wiha hêvî û daxwazên ku hatin zimên jî ew bûn ku êdî ji lîstikên dewletên serdest ders were girtin û hemû bi hev re ji bo yekîtiya Kurdan bixebitin.