Biryareke Îranê şî'eyên Iraqê dilgiran dike û li Kerbela xwepêşand derketin

Xelkê Kerbelayê gefê li berpirsên Îranî dikin û dibêjin berpirsatiya girtina Lêvegera olî Ayetullah Uzma rêzdar Sadiq Hisênî El-Şîrazî di stiwê wan de ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi dehan welatiyên şî'e li bajarê Kerbela xwepêşandanek nerazîbûnê li pêşya kunsulxaneya Îranê li wî bajarî hat rêxistin û têde desteserkirina Seyd Hisên El-Şîrazî, kurê Ayetullah Uzma, Sadiq Hisên El-Şîrazî, meznê lêvegerên Şîraz, ji aliyê Hikûmeta Îranê ve şermezar kirin û daxwaza azadkirina navhatî ji berpirsên Îranî kirin.

Di wê xwepêşandanê de, xelkê Kerbelayê bi bilindkirina pankartan girtina wî lêvegerî şermezar kirine û li ser pankartekê hatiye nivîsandin: "Lêvegera olî Ayetullah Uzma rêzdar Sadiq Hisênî El-Şîrazî, ji aliyê zilamên istixbarata Îranî ve, li devera Qum hatiye desteserkirin û ji bo cihekî nenaskirî ve hatiye veguhestin".

Herwiha wan xwepêşanderan nivîsîne: "Em berpirsatiya desteserkirina Rêzdar El-Şîrazî dixin stiwê berpirsên Îranî de û em daxwaza azadkirina wî dikin berî ku dem derbas bibe".

Li gorî medya Iraqî, El-Şîrazî ji aliyê dezgeha hewalgiriya Îranê ve hatiye desteserkirin û sedema wê yekê jî ew bû, ku navhatî nerîna xwe ya taybet li ser Wîlayeta Feqîh daye xuyakirin û desthilata wê wîlayetê red kiriye.

N.O