Israîl: Emê rê li ber Îranê bigirin

Netanyahu: Îran bizavan dike, bingeheke serbazî herdemî ji bo hêzên xwe li Sûryê û Lubnanê ava bike û mûşekên zîrek li wê bingehê bicih bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu, di konfiransa AIPAC de li Washingtona paytexeta Amerîka ragihand, ku Îran bizavan dike, bingeheke serbazî herdemî ji bo hêzên xwe li Sûryê û Lubnanê ava bike û mûşekên zîrek li wê bingehê bicih bike û hêzên xwe yên serbazî li wir kom bike, daku Israîl jinav bibe.

Benjamin Netanyahu tekez kir, ku welatê wî bi ti awayekî rê nade Îranê ku wê armanca xwe bicî bike.

Herwiha Netanyahu diyar kir, ku Amerîka û Israîl wê bihevre kar bikin û rê li ber gefên Îranê bigirin.

Berî niha jî çendîn caran serokwezîrê Israîlê wek van daxuyaniyên tund li dijî Îranê dabû, herî dawî jî piştî ku firokeye Israîlê li Sûryê hat xistin, Netanyahu Îran bi wî karî tometbar kir û gefên tund li wî welatî kir.

N.O

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b9ad826d-fe4e-4b74-82cc-65f2cea14966/030618FGB.ism/manifest