Bi vîdyo.. Dîmenek nayê bawerkirin ji Xûteya Rojhilat

Malpera Daily Mail ya Birîtanî: Tevî hebûna hin birînên sivik di laşê wê zarokê de, lê tîmên pizîşkî ew derman kirin û niha rewşa wê ya tendirustî baş e.

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi sedema bordûmana firokeyên rêjîma Sûryê li ser Xûteya Rojhilat, navçe bi temamî wêran bûye û hejmarek mezin ji welatiyên sivîl di encama bordûmanê de canê xwe jidest dane.

Li gorî girte vîdyoyekê, ku malpera Daily Mail ya Birîtanî belav kiriye, diyar dibe ku tîmên hewarçûnê, zarokekê şîrmij bi saxî ji bin kavilan derdixin û jiyana wê rizgar dikin.

Li gorî di wê vîdyoyê de diyar dibe, ku ew keça şîrmij bi temamî di bin kavilan de mabû, û tiştek ji laşê wê nexuya bû, lê yek ji endamên tîma hewarçûnê, pêjna cihê wê zarokê dike û piştî ku hin keviran dide aliyekî, wê keçê ji bin kavilan derdixe.

Heman malpera Birîtanî belav kiriye, ku tevî hebûna hin birînên sivik di laşê wê zarokê de, lê tîmên pizîşkî ew derman kirin û niha rewşa wê ya tendirustî baş e.

Ev bû bêtirî 4 salan Xûteya Rojhilat di bin dorpêça hêzên rêjîma Sûryê de ye û rêjîm rê li ber derbasbûna alîkariyên mirovî jî venake û tevî ku berî çend rojan Encûmena Ewlehiya Navdewletî biryara agirbesteke giştî li nav Sûryê da, lê rêjîma Sûryê pêbendî wê agirbestê nebû û firokeyên wê bi tundî Xûteya Rojhilat bordûman dikin.

N.O