Hişyarî ji têkçûna rewşa Efrînê tên dayin
K24 - Navenda Nûçeyan
Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, derbarê rewşa xirab a bajarê Efrînê bang li Komisyona Bilinda ya Mafên Mirovan ya ser bi Netewên Yekgirtî ve kir, ku bi hewara xelkê Efrînê ve biçe.
Riwangeha Sûrî li ser malpera xwe bangek derbarê rewşa bajarê Efrînê belav kiriye û têde daxwaz ji Komisyona Bilind a Mafên Mirovan kiriye ku, bi hewara Efrînê ve biçe û jiyana xelkê wê biparêze.
Diyar jî kir, ku ji destpêka operasyonên artêşa Tirkiyê ve li ser navçeyên Efrîn û heya niha, bi sedan welatiyên sivîl canên xwe jidest dane û metrisî heye hejmara qurbanyan bilindtir bibe.
Riwangehê amaje bi mişextbûna nêzîkî 12 hezar kes ji Efrînê kiriye, ku ber bi herdu navçeyên Nubbil û Zehra ve çûne, ku niha jî ew herdu dever di destê Hikûmeta Sûryê de ne.
Berî niha jî, Riwangehê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku hêzên Hikûmeta Sûryê li herdu deverên navhatî û li bekurê Helebê, rê nadin mişextên Efrînê ku derbasî navçeyên aram yên di destê wan de bibin, heya ku her yek ji wan mişextan ji 1000 heya 2200 Dolarên Amerîkî radestî wan hêzan nekin.
N.O