Erdogan: Ji Efrînê û ta Qamişlo ranawestin

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand: Arteşa Tirkiyeyê dike ku bikeve nav bajarê Efrîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevî redkirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand: Arteşa Tirkiyeyê dike ku bikeve nav bajarê Efrîne.

Erdogan li bajarê Mêrsînê axivî û got, aramanca wan ew ku piştî operasyona Efrînê ew dixwazin wî bajarî radestî xwediyê wê yê rast bikin. Erdogan got, Ew gelek nêzik in ku bikevin nav bajarê Efrînê.

Herwiha got: “Em dikin ku bikevin nava Efrînê. Me heta niha li Efrînê 900 kîlometre çargoşe erd kontrol kiriye. Emê YPGê jinav bibin. Piştî Efrînê emê biçin Minbiç, Kobanî, Girêspî, Serêkaniyê û Qamişloyê û li wan deran jî YPGyê jinav bibin.

Ev daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê di demekê de ne, artêşa Tirkiyê ji çend rojan ve tundî derdora Efrînê topbaran û bombebaran dike û hewl dide ji aliyê rojava û başûrê Efrînê ve ji bajêr nêzîk bibe.

Herwiha Serokomarê Tirkiyê herwiha bang li NATOê jî kir û got divê NATO were Sûriyê û ewlekariya Tirkiyê biparêz e.

 

S. B