Pêşverû: Me pêşinyara vekişîna şervanên Kurd ji Efrînê kir

Pêşverû: Me di rojên yekê de pêşinyar kir artêşa Sûryê derbasî Efrînê bibe û rê li ber dagîrkariya Tirkiyê bigire, ji ber ku di dawiyê de, devera Efrînê beşek ji Sûryê ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê polîtbîroya Partiya Dîmukrat ya Pêşverû a Kurdî li Sûryê Ehmed Silêman, ji kenala Alarabiya re ragihand, ku niha rewşa Efrînê gellekî metirsîdar e, êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê berdewam in û hêzên Tirkiyê dixwazin wî bajarî bi temamî dorpêç bikin.

Ehmed Silêman diyar kir, ku ew pêşhatên niha li derdora Efrînê çêdibin û operasyonên serbazî li derdora wî bajarî, gefê li bêtirî yek milyon mirov ji akinciyên Efrînê dike, di demekê de ku ti nîşaneke çarekirinê li ser astê navdewletî û herêmî nayê dîtin.

Silêman zelal kir, ku armanca Tirkiyê ne tenê Efrînê û pêkhateya Kurdî ye li Sûryê, ji ber ku bi gotina wî: "Berî niha Tirkiyê derbasî Ezazê, Idlibê û hin navçeyên din jî bû, ku ne navçeyên Kurdî ne û gellek bizav kir ku li gel Amerîka hêzê xwe derbasî Reqa jî bike û berî niha dabû xuyakirin, ku dibe ew heya başûrê Helebê û Mûsilê jî here, ev hemû nîşan in, ku Tirkiyê dixwaze beşekî ji Sûriyê û Iraqê jî ji xwe re bibe".

Navhatî tekez kir, ku di rojên yekem de ji êrîşa Tirkiyê, wan li ser rêveberiya xweser û YPGê pêşinyar kir, ku banga artêşa Sûryê bikin daku derbasî Efrînê bibe û rê li ber dagîrkariya Tirkiyê bigire û got: "Di dawiyê de devera Efrînê devereke Sûrî ye û beşek ji Sûryê ye".

Silêman got jî: "Berî du rojan jî, me pêşinyareke nû kir, ku pêwîst e pêwendî bi rêjîmê û Rûsya re bên kirin, daku şervanên Kurd ji Efrînê bên derxistin û di heman demê de artêşa Tirkiyê jî vikişe û rêveberiyek ji xelkê deverê were pêkanîn û şer bê rawestandin, ji ber ku xizmeta ti aliyekî nake".

Ji 20 Çileya derbasbûyî ve, operasyona artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin ketîbeyên ser bi opozisyona Sûriyê ve, li Efrînê berdewam e, piştî derbasbûna nêzîkî mehekê ji wê operasyonê, milîsên Hêzên Şeibî yên ser bi Hikûmeta Sûryê ve, li ser daxwaza fermandeyên YPGê û bi rêketinekê di nav herdu aliyan de, derbasî Efrînê bûn, daku rê li ber dagîrkariya Tirkiyê bigirin, lê heya niha jî ti encameke berbiçav ji derbasbûna hêzên rêjîmê ji bo Efrînê diyar nebûne.   

N.O